|
Dîroka avakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê
History of Kurdistan Federe States / Kürdistan F.D.Tarihçesi
Zanyarî
- 10-04-2006 - 08:59
BERÎYA AVABÛNA DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN-NÊRÎNEK GIÞTÎ LI DÎROKA
KURDISTANÊ
Neteweya Kurd ji B.Z.(beriya zayinî-îsa) salên 10 hezaran ve wekî qevmîyet
li ser vî Cihanê wek ji nav gelên herî kevintir de cihê xwe girtîye û
bêgûman heta bedawîyê her bimîne. Diroka gelê Kurd qedîm û dewlemend
e.Þaristanîya Kurdî ji nav kurahîya dîrokê bi serkeftinên girîng hatiye roja
me û mora xwe li dîroka Cîhanê xistîye.Dirokê de yekem padiþahê Kurdan
“Tosa”(Diyakos) ye.Gelê Kurd di dîrokê xwe de bi navê Medya
imparatorîyek herî xurt avakiriye û piþtî Medan gelê Kurd nikarî buye
carekî din dewletek wisa bihêz û berfireh avabike. Medan bi sedsalan
desthilatdarîya xwe parast û hemû êþîrên Kurdan û êþîrên ku piþtre bingeha
Persan pêk anîne di banê Imparatorîya MEDAN de di nava aþitî de jiyan.Piþtî
rûxandina dewleta Medan gelê Kurd bi wekî Kardûkan derketin
dîka mejûyê.Di vê demê de ji azerbaycana îro heta kendava basrayê di bin
destê Kurdan de bu.

Li
Kurdistanê piþtî salên B.Z 200’an dagirkerî dest pê kirîye û yek bi yek
Makedonya,Roma,Part,Sasanî,Ereban,Selçuqiyan,Akqoyunli û Safevîyan,
Osmanîyan istîla pêk anînê.Ji ber istilayan bi avayekî xwezayî dewletek
yekbûyî ne hatîye damezirandin jî gelek dewletên Kurdan a bihêz hatine
avakirin.Wekî Dewleta Deylem(923-1055),Dostkî(957), Rewadî(900),Zend,Hesenwey(1107),
Hemdanî(833-991),Eyyûbî(1100-1300),Þeddadî,Lor,Merwanî(985-1085)
û bi dehan dewlet û prenstîyên din hatine avakirin.Piþtî sedsala 16an jî bi
dehan mirektî û hikumetên Kurdî hatine avakirin û saya wan dewletan
þaristanîya Kurdî xwe gihandîye dema îro.Piþtî dagirkerîya Osmanîyan wekî
gelek milletên din gelê Kurd jî bo serxwebûnê welatê xwe hewl daye. Netewên
wekî Greekan ku di dîrokê de Cihêkî mezin girtine û piþtî dagirkerîya
Osmanîyan jî gihîþtine otorîte yên xwe ya sîyasî.Hinek netewên din jî ji
holê rabune.Bêþit hêvî ev bû ku Netewa Kurd jî wekî Greekan carekî din
vegere hêza xwe ya berê.
Belam ji ber asûna xwe ya jeo-politik a Kurdistan,paþdemayîna civaka Kurd,di
nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewþenbîrî,ziyana ku ku bi sedsalan li
Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan û
nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek sedem û arîþeyên din
gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.Piþtî þerê cihanê yekem Kurd di
peymanê sewrê de firsendek bi dest xistine.Di peymana Sevr de serbixwebuna
Kurdistan hatiye pejirandin.Lê Sevr de gelek xalên ku Kurdan eciz kiriye jî
bune û Kurd û hêç hêzêkî din xwedî li peymana sevrê derneketine.Kurd wê demê
de nizanîbûn ku peymaneke ji sevrê hezar hezar carî girantir peymanek bo
kurdan bêne morkirin.Lê wisa bû ji ber dek û dolabên Kemalistan û birexistin
ne buyîna Kurdan carekî din Kurdistan di nav dagirkeran
(Tirkîye,Iraq,Surîye,Iran) de hat parvekirin.Di sedsala 20’an de jî wekî
Serhildana Þêx Saîd,Dersim,Çiyayê Agirî,Serhildana,Þêx
Mehmûd,Bedîxanîyan,Mistefa Barzanî û gelek serhildanên Kurdan bo azadîya
Kurdistan çêbû.Lê yek ji wan jî bi tememî negihiþt encamê.Di sala 1946an li
Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê Mahabê hat îlan kirin.Lê ev komara
yekemîn a Kurdan ku di nava hemû gelê Kurd hêvîyekî mezin afirand, di nav
salekî de hat rûxandin.Û di dawîya dawî de jî wekî encama têkoþîna dûr û
dirêj ya gelê Kurd. jî 1992’an de Dewleta Federe ya Kurdistanê hat îlan
kirin.Ev dewleta federe hin jî girêdeyê Iraqêye û çavên hemû Kurdan li vê
beþa azad a Kurdistanê de ye û her roj berew serxwebûnê diçe.
Bo
nivîsandina kitekita
ev dîroka dûr û dirêj bi hezaran rûpel jî têr nake.Mijara me Dewleta Federe
ya Kurdistane û emê ji wan kitekitan zêdetir,bi kurtasî salên dawîyên berîya
avabûna Kurdistana Azad binêrin.
Piþtî
perçebûna xaka Kurdistan bi peymana Lozanê re gelek serhildanên Kurdî çêbû û
tu serhildan jî negihîþt encamê.Bi Peymana Lozenê re Îngilizan bûbûn
deshilatdarê Iraqê.Di dema desthilatdarîya Ingîlizan de politikayeke dûalî
hat meþandin.
1922
de Þêx Mehmud hikumata Kurdistanê avadike û xwe weke Melikê Kurdistanê
radigîhîne.Lê ev Hikumat zêde berdewam nake û tê rûxandin.Piþre
vê demê de
(1931-1932)
Serhildana
Þêx Ahmed Barzanî li baþurê Kurdistanê destpêkir û demekê þûn de jî
têk çû.Heman demê de serhildana duyemîn û têkçûna Þêx Mehmud Berzencî jî li
hemberî Îngilîzan de pêkhat. Di salên 1940’an de Mistefa Barzanî dibe
pêþengê Tevgera Rizgarîya Kurdistan.Sala 1945’an de Mistefa Barzanî
bi navê Azadî rêxistinek avadike.Bi avabûna Komara
Kurdistanê(Mahabad) Barzanî dibe Generalê arteþa Komara Kurdistanê. 16
Gelawêj-Tebaxê sala 1946 de Partîya Demokrata Kurdistanê(Baþûr-Iraq)
PDK tê damezirandin.

Piþtî
rûxandina Komara Mahabadê Mistefa Barzanî û Pêþmergeyên Kurd dest bi
meþa mezin kirin diçin Rûsyayê.Sala 1958 7 Cotmehê de Mistefa
Barzanî ji Sovyetê vedigere bo Kurdistan. 11 Îlona sala 1961’an de
li baþurê Kurdistanê dijî rejima Iraqê þerê çekdarî ji nû ve destpêdike.11
Adarê 1974’an de li baþurê Kurdistanê qanuna otonomîya Kurdistan de
tê ragihandin lê derdikeve holê ku rejima Iraqê ne aligirê berdewamîya vê
otonomîye.Demekê kin de Kurd vê listikê fêm dikin û ji nû ve dijî rejîmê
serî hildidin.8 Adarê 1975’an de Iraq û Îran bi peymana Cezayîrê
lihevkirin.Îran piþtgirîya ku dida tevgera baþurê Kurdistanê kiþand û Kurd
dîsa hatin xapandin.Piþtî þikestina tevgera Mistefa Barzanî ji PDK’yê gelek
kom veqetiyan û wan koman bi pêþengiya Celal Talabanî de
Hezîrana
sala 1975
damezirandina Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan(YNK) îlan kirin.Be guman
di navbera 1920-1980ê li baþurê Kurdistanê gelek bûyer û pêþketin heye lê ev
hemû rûdanan mijarerê pirtûkane.Em li vir de tenê li bûyaren banegehî
dinêrin.
1976’an de
dîsa li baþurê Kurdistanê di bin rêberîya Partîya Demokratê Kurdistanê de
serhildenek mezin destpêkir.Lê ev serhildan jî zêde najot.Di salên
1976-1984an de þerê birakujî di navbera hêzên Kurdî de destpêkir.Þerê
birakujî derbeyeke mezin xist morala gel û tevgerê.1ê
Adarê 1979an de Serokê Netewîya gelê Kurd Nemir
Mistefa Barzanî li DYE çû ser dilovanîya xwe. Têkoþîna dehan
salîya Serokê Nemir Mele Mistefa BARZANÎ bi serkeftin,êþ mezin tijeye.
Pêþmergeyên Kurd bi dehsalan li zivistanê û havînê,li germ û sermayê de di
bin mercên herî girande,bêxwedî,birçîbûn her tim bo Kurdistan xebat
kirin,ser çiyayan ji malbatên xwe dûr welatên xwe parastin.Beramberî hemû
bêimaknîyan weþanên radio,rojname pêkanîn.Îro Kurdistan bi saya wan
fedakarikan hat vê merhaleyê.
Îlona
1980an de bi destpêkirina þera Iraq û Îranê de Kurdistan gelek zîyan
dît.Her wiha zext,iþkence,zilm û terora rejîma Iraqê roj bi roj zêdetir
dibû û bi hezaran Kurdên bêgineh dihat qetl kirin.Zordarîyeke ji bawerîyê
der dihat meþandin.Wekî mînak ji eþîra Barzanî 8 hezar hatin qetlkirin. .Di operasyona wehþî ya Enfalê de li Kurdistanê ji sedhezarî
zêdetir Kurd canê xwe wenda kirin.Gundên Kurdan hat þewitandin,her tiþtê ku
aidê Kurdan bû dihat tune kirin.Kurd li baþurê Kurdistanê têkoþîna mayîn û
nemanê dikirin.
Di sala
1988 an þerê birakujî qedîya û bi beþdar bûna 8 partîyên Kurdistanî
“Enîya Netewîya Kurdistanê” hate damezirandin.
AVABÛNA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN(1992)
16 Adara
sala 1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser Helebçeyê.Encamê de
5000 Kurd hate kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare mezin netîdin.Heta di
Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam Hiseyîn bi
saya hêzê gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji tirsa
çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.Bi hezeran Kurd ber bi bakurê
Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi rojhilatê Kurdistanê çûn.Vê demêde jî
piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî meseleya Kurdistan neanîn rojeve.Ji ber
ku patronên NY Amerîka,Britanya û Rûsya tiþtekî wisa nedixwestin.
Piþtî
dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd jî
vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd
û Sedam disa hember hew man.Kurd vê navberê de bi serhildaneke mezin rêz bi
rêz 5’ê Adarê de bajarê Silêmanî,11 Adarê de Hewlêr
û Xaneqîn, 14 Adarê de jî Dihok û Amêdî bi delfetên xwe ji
destê rejima Iraqê rizgar kirin..Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir
û alîkarîya Kurdan nekir.Lê bi xêra hin qenalên Medyaya Cihanê rayagiþtîya
Cihanê li hemberê hovîtîyên Seddam û bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser
lingan.Li ser vê yekê jî hin dewletên Ewrûpa –di serî de britanya- mecbûr
man ku bo parastina Gelê Kurd hin çareyan gerîyan.Heta 15 Nîsanê hejmara
Kurdên ku reviyabûn Îranê ji milyonekê zêdetir bû.Pirsa Kurdistanê bi
hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George Bush mecbur ma ku Iraqê
hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên emerîka nedianîn.Herçiqas
George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya giþtîya Cihanê rizgar
bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû neçar man ku ji bo bi
Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an de xeta 36ê û jor de
bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek Kerkûkê ku neft lê hebû
nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser xakên xwe û demekî kurt de
hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber dixebitîn.

Xêza
sor;Kurdistana azad
Piþtî
demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê delfeta
dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li Baþurê
Kurdistanê yekem hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk
hat.Ji bo parlemena Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:1-Partiya
Demokrata Kurdistanê,2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya Zehmetkêþên
Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî Serxwebûnî
Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya Kominîs,6-Tevgera
Islamîya Kurdistanê.Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du
liste;listeya PDK û listeya YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya
PDK ji%45.26,listeya YNK jî ji %43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin
ku 100 kursiyan di navbera xwe de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re
fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem di pêþerojêde bû linhevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî
nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de
Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û
Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku
li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþur bo hemû
Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de
Parlemena Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe
ya Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlmena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
JI
SALA 1992 Û VIR VE REWÞA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN
Li pêy
îlan kirina
Dewleta
Federe ya Kurdistan
bingehê
dewletê:wezaretên Hikumeta Kurdistan,desthilatîya rêvebirî û dadî,artêþa
neteweyî,hêzên ewlehîyê,dezgehên çandî-civakî,dezgehên perwerdehî û
ragihendinê hêdî hêdî hat demezirandin.Piþtî demekê kin PKK êrîþê bir
ser Dewleta Federe ya Kurdistanê.Bi îlan kirina Dewleta Federe ya
Kurdistan dewletên dagirker Tirkîye,Iran,Iraq û Sûriye pirr eciz bûbûn.Lewma
jî dixwastin hundirê Kurdistana Azad tevlihev bikin û Tirkîye jî bi vê avahî
bi bahaneya PKK êrîþî ser Kurdistana Azad dikir.Hin Dewleta Federe ya
Kurdistan baþ rûneþtibû gel birînên xwe baþ nepêça bû sala 1994an de YNK û
PDK bo desthilatîya sîyasî êrîþê hev kirin.Partîyên Kurdistanê bo
berjewendîyên xwe Kurdistan dîsa perçekirin û disa þerê birakujî
destpêkiribû.Þerê PDK û YNK kêrî PKK û Dewleta Tirk dihat.PKK li baþurê
Kurdistanê bi cîh bû Kurdên Baþur di nav xwe de bi rêxistin kir û wan dijî
PDK û YNK bikaranî. Dewleta Tirk jî PKK dikir mane û êrîþî ser Kurdistana
Baþur dikir.Þerê birakujî heta destpêka 1995an xurtir bû û kêyfa dijminan
pirr dihat ji vê rewþê. Ji ber ku tiþtên ku dixwastin bikin jixwe li
Kurdistana baþur pêk dihat Di þerê birakujî de bi sedan Kurd hevûdin
kuþtin.Her wiha bisedan sivil jî dest ji jiyanê xwe dan..Di caran di navbera
PDK û YNKê de lihevtin hat pêkanîn.Yek li Dublînê(11 Tebaxa 1995) yek jî li
Washingtonê.Her wiha di vê demêde Hêzekê ewlehîyê bi navê INC li baþûrê
Kurdistanê hat bi cih kirin ku Hêzên Tirk jî nava vê hêzê hebû,bû belayê
serê gelê Kurd û bi salan Dewleta Tirk bo tevlihev kirina baþûrê Kurdistanê
tevî Tirkmenan vê hêzê bikaranî.
PKK
destpêka sala 1995 ê de di weþanên xwe de êrîþê ser malbata Barzanî
dikir.PKK li pey kampanyayê xwe êrîþî ser PDK kir.PKK û YNK dixwestin ku bi
alîkariya dagirkeran, partiya 50 salî PDK ku 50 sal li dijî dagirkerîya
dijminên Kurd têdikoþe, ji holê rakin.Tirkîye jî 19 ê Adara 1995an de bi
hêzekî pirr mezin êrîþê baþurê Kurdistanê kir.PDK vê navberê de hinek bêhna
xwe girt û ji tûne bûnê rizgar bû.Þerê PDK,PKK û YNK heta sala 1998ê li
baþurê Kurdistanê dom kir.Beramberî hertiþtî pêþketin di Kurdistana Federe
de çêdibû.PDK û YNK hikumetên cûda avakiribûn lê her 2 hikumet jî kêm be jî
bo avadanîya Kurdistanî dixebitîn.Heta sala 2001ê rewþ aram derbas bû
pêþketina Kurdistanê bilêz bûbû.Di sala 2001ê de dîsa navbera PKK û YNK de
þer derket.PKK vê carê jî YNK xayîn îlan kir.Lê êdî ji ber kojptura Cihanê
hêza PKK qediya bû kes xwedî dernediket û PKK xwe bi xwe aþitî îlan dikir
,herêmên parastina îlan dikir,þer îlan dikir.Bi vê avahî girseya ku li pêy
wê bû dixepand.
PKK
her tim baþurê Kurdistanê û hêzên siyasî û gelê baþurê Kurdistanê bi feodal
bûn û paþdamenê sûcdar dikir. PKK ku tu tiþt bo Gelê Kurd pêkneanîbû û
pêþketinên li Baþurê Kurdistanê hezm nedikir û dixwast li çavê Kurdan de jî
biçuk bixîne.Kurdistaneke Azad li dijî berjewendiyên PKK bû.Li wan
fiþardeyan re jî hinek Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bandor de ma bû.Lê kesên
wisa nedîtin ku PKK wekî nijatperestên Tirk diaxife.Nijatperestên Tirk jî bo
Parlementoya Kurdistanê digot parlementoya êþîran an jî “dewleta kukla”
heman tiþt PKK jî digot.Çawa dibe ku hêzêkî Kurdî pêþketine ewqas mezin ku
Kurd bi sedsalên li hêvîya vê yekê bûn da ku pêþaroja Kurdistan rizgar
be.Bila vê meseleyê jî xwendewan bifikire.
Li
baþûr Hikumet cûda bin jî hêdî hêdî
Dewleta
Federe ya Kurdistan rûdiniþt û gelê Kurdistan Azad tama azadîyê
girtibûn.Nifþekî nû li Kurdistana Azad mezin bû bû.Ev nifiþ edî zimanê erebî
nizanî bû.Zimanê vê nifþê zimanê Kurdî,çanda vê nifþê tanê çanda Kurdî,ala
ve nifþê ala Kurdistanê,marþa vê nifþê “Ey Reqip” û xaka vê nifþê jî bi
fermî Kurdistan bû.Lewma êdî pêvajoyek geri dönülmez dest pêkiribû.Rastî de Dewleta Federe ya Kurdistan ji aliyê fermî de Federe
be jî pratîkê hin zêdtir nêzî dewleteke serbixwe ye.
Bûyera
di 11ê Îlona 2001 de li Emerîkayê çêbûn di rewþa Cihanê ya
abrî,leþkerî,sîyasî de gelek guhertin çêkir.Wekî encamekê vê bûyerê Emerîka
midexaleyê Iraqê kir û 9ê Nîsanê 2003an de
rejîma
Iraqê ji alîye DYE ve hat rûxandin.Raste ku Gelê Kurd li baþurê Kurdistanê
hevkarî kirin û dikin.Raste Emerîka li pêy bejewendiyên xwe ye.Lê divê Kurd
jî êdî li gorî rastîyên Cihanê tevbigere.Ger bi vê hevkarîyê pêþaroja
Kurdistan xelas dibe û bi hevkarî nekirinê ihtimala têkbirina Emerîka niha
nîne vê çaxe di vê hevkarîyê de tiþtekî þaþ nîne.Kurd ji ixaneta yekema
Emerikayê ders girtin û lewma êdî Kurd jî bi avayekî bergirî tevdigerin. Êdî
gelê Kurd encax bi siyasetekê reel û gorî konjoktora Cihanê tevbigere qezenc
bike ne bi idolojî,gotin,qalibên teng bi ramanên kevnbûyî.
Di 4ê
Cotmehê 2002an de
Parlemena
Kurdistanê ji nû ve bû yek û hat vekirin.Bi vê avahî rêvebirîya Dewleta
Federe ya Kurdistan ji nû ve yek bû.Êdî meseleyên Kerkûk û yekxsitina
hikumetan ma bû.Di nava gelê Kurdistana Baþur de jî hiþyarîyek mezin peyda
dibû herkes bo jiyanek azad û baþ serxwebûna Kurdistan dixwest
Li pêþ
destpêbûna þerê Iraqê Trikîye xwest ku alîkarî Emerîka bike û peþî li
azadîya Kurdistana Baþur bigre.Li ser vê yekê 3ê Adarê 2003an de Li
Kurdistana Federal bajarê Hewlêr û bajarên din de bo þermezaran kirina
helwesta Tirkîye ku dixwest Kurdistana baþur dagir bike bi milyonan kes
daketin kolanan.Tirkîye jî dawîyê de negihîþt daxwazên xwe yên qirêj.
Dewletên dagirker vala nesikinîn û bi destên Kurdên xayîn û paþverû 1
Sibata 2004ê de
Li
Kurdistana Federe bajarê Hewlêrê
terorîstan êriþên xwekuj
birin ser barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya
Kurdistanê .Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140
kesan hatine kuþtin.Piþtî vê buyerê li hemû Kurdistan û Cihanê xwepeþandanên
sermazarkirinê û piþtgirî dayînê bo Kurdistana Baþur pêk hat.Dijminên gelê
Kurd hesabên xwe baþ nekiribûn.Çinkî gelê Kurd di vê konaxê de ji her êrîþî
bihêztir derket.Gelê Kurdistan hin zêdetir nêzî hev bû hiþmendiya neteweyî
derket holê.
Di Sibata 2005ê
de,Li Kurdistana Azad û Iraqê hilbijartinên giþtî pêk hat.Di vê hilbijardinê
de Neteweya Kurd encamekî dîrokî bi destxist.Listeya Hevpeymanîya Kurdistan
ku gelek partîyên Kurdistanê tê de cih digirt li seranserî Iraqê de %30 deng
vergirt û 70 parlementer xist parlemane Iraqê.Her wiha bi vê hilbijartinê
hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî hat kirin.Parlemena Kurdistanê de jî
listeya ku PDK,YNK û hin partiyên din têde cih digirtin ji dengan bi qasê
%90 deng vergirtin.Bi vê avahî Hikumetên Kurdistan bi temamî bû yek.Di vê
hilbijartinan de Kurdan serkeftinek mezin di Kerkûkê de jî bi
destxistin.Kerkûk, carekî din eþkere bû ku bajarekî Kurdistanîye.Her wiha di
hilbijartinên Iraqê de li ber hemû Cihanê eþekere bû ku angaþtên Tirkan
vikûvalaye,Enîya Tirkmenan ku bo bêistiqrar kirina Kurdistan bi destê
Tirkîyê hatibû damezirandin tenê li dora %1 deng girt.Di kombûna yekem a
Parlemena Kurdistanê de bi yek dengî, Rêzdar Mesûd Barzanî wekî
Serokê Dewleta Kurdistanê hat hilbijartin.Her wiha Celal Talabanî jî bû
serokkmarê Iraqê.
Piþtî
hilbijartinê li Hikumet û Parlemena Kurdistanê hat pêkanîn.Li
Dewleta Federe ya Kurdistanê di her warende pêþveçûn û pêþketinên nû
çêdibe.
Dewleta
Federal a Kurdistan bingeha Dewleta Kurdistan e.Ger serxwebûnek were îlan
kirin.Di birêvebirin zêde guhertin nebe.Ji ber ku hemû tiþtê Dewletê amadeye
û birê de diçe.
GIRÎNGÎ Û PÊWÎSTEYA DEWLETEKÊ SERBIXWE BO NETEWEYA KURD
Berdawamîya û pêþketina þaristanîya Kurd,Bo gelê Kurd jiyanek baþ û
biewle,Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan,Bo
pêþketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî û hwd.
de,Bo pêþketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna
standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd ENCAX bi "Kurdistaneke
Serbixwe" dikar çêbibe.
DAHATÛYA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN Û ERKÊN KURDISTANÎYAN
Li
Kurdistana Baþur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên
media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi
dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî)
heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê þehîd daye,xwîna
vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe
ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû keþêyên
Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina
Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û
neteweyî ye.
Wekî
ku tê dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji bawerîyê der hatine
kirin.Hin jî ji %50yê wan tehriban nehatiye paþve vegerandin.Li gel vê yekê
jî di hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80 dengan vergirtin.Dibe
ku ew jî behîta Neteweya Kurd e.Kerkûk ya Kurdistanê ye.Divê em vê rastîyê
bizanibin û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram ûxwebawer bin.Bi hêla
çandî,dîrokî,sirûþtî,erdnigarî ve ango bi her þêweyî eþkereye ku Kerkûk
bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re bidin
pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya Kurdên Baþûre.Bi qasê Kurdên
Baþûr e,ji wan bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û Rojavayê.Bo
xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê, çavê Mejûyê li ser Gelê Kurd e.
Bo
gihîþtina dahatûyekê þad,azad û bihêz divê bizava
rizgarîya Kurdî xwe bi rêbazên reel ji nû ve bihelsengîne û
bernameyekê Netewîya Kurdistanê dîyar bike.
Erebandina Kerkûk û sedemên Kurdbûna Kerkûkê zêdetir eþkêre bikim.Wekî ku
min berê jî diyar kiribûm ku daxwaza Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna
pêþketina ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina
Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber gelek
mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav
kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê
nake,bi sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de derbas dibe,hemû
mafên wî ji destê wî tên girtin, her cûre riyên çareserîya mirovî ku li ber
vê gelê hatina girtin çawa daxwazên vê gelê dibe netewperestî. Her wiha
netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî,ji faþizmê dûr be û
bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku netewa xwe biparêze..
Her
wiha em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê
Kerkûk ne bi angaþtên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê
Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê neteweya Kurd ne
petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le baþurê
Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya
Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di
rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê
çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye
Bila
mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema dewletên serbixwe
ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne" dikin herî pir
girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya serbixwe û
netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji Emerîkîyan ku
li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji
Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi
tûndî,devên bi peroþ û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin erê.
Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûþma
"Emê dibe ku þevekî de werin(Ango îhtîmla darbeya leþkerî tuwanc dikirin)"
diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku þevekî de SERXWEBÛNê
îlan bikin".
Pêk
anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna
hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêþeyên civaka Kurd dikeve
ser milê rêvebir,rewþenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên
hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.Bê
serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng were çareserkirin
û peþxistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo
rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek
Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber
siberoj(dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew hiþmendî di gelê Kurd de pêk
were an jî pêþberî milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peþberî dahatûya
Kurd
rizgarkirina Kerkûk e
pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û Medyaya Kurdî ye.
di her
perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û piþtgirîya girseyî ya Kurdistana
bakur bo Kurdistana Azad e..
bi
diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piþtgirîya Cihanê ye.
pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.
jî
îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê ye.
RÊVEBERÎYÊN DIN A KURDISTAN
Bi 2-3
hevokan ji xeynî Dewleta Federe a Kurdistan
rêvebirên din yê Kurd jî nasbikin.
-Niha li
rojhilatê Kurdistanê eyaletek bi navê Kurdistanê heye.
http://www.iranonline.com/iran/kurdistan/images
-Li
ewrûpa hin konferderasyonên Kurdistanî hene.Her wiha Hikumeta Rojavayê
Kurdistanê ya Dervey welat heye.
Çavkanî
gotara
Serhad B.RÊNAS bi navê "Kurte dîroka Dewleta Federe ya Kurdistanê
|