|
Dîroka avakirina Hikumeta Kurdistanê
Kurdistan
Goverment History / Kürdistan Hükümeti kuruluþ tarihçesi
Zanyarî
- 10-04-2006 - 08:59
Piþtî
dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd jî
vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd
û Sedam disa hember hew man.Kurd vê navberê de bi serhildaneke mezin rêz bi
rêz 5’ê Adarê de bajarê Silêmanî,11 Adarê de Hewlêr
û Xaneqîn, 14 Adarê de jî Dihok û Amêdî bi delfetên xwe ji
destê rejima Iraqê rizgar kirin..Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir
û alîkarîya Kurdan nekir.Lê bi xêra hin qenalên Medyaya Cihanê rayagiþtîya
Cihanê li hemberê hovîtîyên Seddam û bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser
lingan.Li ser vê yekê jî hin dewletên Ewrûpa –di serî de britanya- mecbûr
man ku bo parastina Gelê Kurd hin çareyan gerîyan.Heta 15 Nîsanê hejmara
Kurdên ku reviyabûn Îranê ji milyonekê zêdetir bû.Pirsa Kurdistanê bi
hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George Bush mecbur ma ku Iraqê
hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên emerîka nedianîn.Herçiqas
George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya giþtîya Cihanê rizgar
bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû neçar man ku ji bo bi
Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an de xeta 36ê û jor de
bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek Kerkûkê ku neft lê hebû
nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser xakên xwe û demekî kurt de
hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber dixebitîn.
Piþtî
demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê delfeta
dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li Baþurê
Kurdistanê yekem hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk
hat.Ji bo parlemena Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:1-Partiya
Demokrata Kurdistanê,2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya Zehmetkêþên
Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî Serxwebûnî
Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya Kominîs,6-Tevgera
Islamîya Kurdistanê.Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du
liste;listeya PDK û listeya YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya
PDK ji%45.26,listeya YNK jî ji %43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin
ku 100 kursiyan di navbera xwe de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re
fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem di pêþerojêde bû linhevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî
nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de
Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û
Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku
li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþur bo hemû
Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de
Parlemena Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe
ya Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlmena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
JI
SALA 1992 Û VIR VE REWÞA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN
Li pêy
îlan kirina
Dewleta
Federe ya Kurdistan
bingehê
dewletê:wezaretên Hikumeta Kurdistan,desthilatîya rêvebirî û dadî,artêþa
neteweyî,hêzên ewlehîyê,dezgehên çandî-civakî,dezgehên perwerdehî û
ragihendinê hêdî hêdî hat demezirandin.Piþtî demekê kin PKK êrîþê bir
ser Dewleta Federe ya Kurdistanê.Bi îlan kirina Dewleta Federe ya
Kurdistan dewletên dagirker Tirkîye,Iran,Iraq û Sûriye pirr eciz bûbûn.Lewma
jî dixwastin hundirê Kurdistana Azad tevlihev bikin û Tirkîye jî bi vê avahî
bi bahaneya PKK êrîþî ser Kurdistana Azad dikir.Hin Dewleta Federe ya
Kurdistan baþ rûneþtibû gel birînên xwe baþ nepêça bû sala 1994an de YNK û
PDK bo desthilatîya sîyasî êrîþê hev kirin.Partîyên Kurdistanê bo
berjewendîyên xwe Kurdistan dîsa perçekirin û disa þerê birakujî
destpêkiribû.Þerê PDK û YNK kêrî PKK û Dewleta Tirk dihat.PKK li baþurê
Kurdistanê bi cîh bû Kurdên Baþur di nav xwe de bi rêxistin kir û wan dijî
PDK û YNK bikaranî. Dewleta Tirk jî PKK dikir mane û êrîþî ser Kurdistana
Baþur dikir.Þerê birakujî heta destpêka 1995an xurtir bû û kêyfa dijminan
pirr dihat ji vê rewþê. Ji ber ku tiþtên ku dixwastin bikin jixwe li
Kurdistana baþur pêk dihat Di þerê birakujî de bi sedan Kurd hevûdin
kuþtin.Her wiha bisedan sivil jî dest ji jiyanê xwe dan..Di caran di navbera
PDK û YNKê de lihevtin hat pêkanîn.Yek li Dublînê(11 Tebaxa 1995) yek jî li
Washingtonê.Her wiha di vê demêde Hêzekê ewlehîyê bi navê INC li baþûrê
Kurdistanê hat bi cih kirin ku Hêzên Tirk jî nava vê hêzê hebû,bû belayê
serê gelê Kurd û bi salan Dewleta Tirk bo tevlihev kirina baþûrê Kurdistanê
tevî Tirkmenan vê hêzê bikaranî.
PKK
destpêka sala 1995 ê de di weþanên xwe de êrîþê ser malbata Barzanî
dikir.PKK li pey kampanyayê xwe êrîþî ser PDK kir.PKK û YNK dixwestin ku bi
alîkariya dagirkeran, partiya 50 salî PDK ku 50 sal li dijî dagirkerîya
dijminên Kurd têdikoþe, ji holê rakin.Tirkîye jî 19 ê Adara 1995an de bi
hêzekî pirr mezin êrîþê baþurê Kurdistanê kir.PDK vê navberê de hinek bêhna
xwe girt û ji tûne bûnê rizgar bû.Þerê PDK,PKK û YNK heta sala 1998ê li
baþurê Kurdistanê dom kir.Beramberî hertiþtî pêþketin di Kurdistana Federe
de çêdibû.PDK û YNK hikumetên cûda avakiribûn lê her 2 hikumet jî kêm be jî
bo avadanîya Kurdistanî dixebitîn.Heta sala 2001ê rewþ aram derbas bû
pêþketina Kurdistanê bilêz bûbû.Di sala 2001ê de dîsa navbera PKK û YNK de
þer derket.PKK vê carê jî YNK xayîn îlan kir.Lê êdî ji ber kojptura Cihanê
hêza PKK qediya bû kes xwedî dernediket û PKK xwe bi xwe aþitî îlan dikir
,herêmên parastina îlan dikir,þer îlan dikir.Bi vê avahî girseya ku li pêy
wê bû dixepand.
PKK
her tim baþurê Kurdistanê û hêzên siyasî û gelê baþurê Kurdistanê bi feodal
bûn û paþdamenê sûcdar dikir. PKK ku tu tiþt bo Gelê Kurd pêkneanîbû û
pêþketinên li Baþurê Kurdistanê hezm nedikir û dixwast li çavê Kurdan de jî
biçuk bixîne.Kurdistaneke Azad li dijî berjewendiyên PKK bû.Li wan
fiþardeyan re jî hinek Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bandor de ma bû.Lê kesên
wisa nedîtin ku PKK wekî nijatperestên Tirk diaxife.Nijatperestên Tirk jî bo
Parlementoya Kurdistanê digot parlementoya êþîran an jî “dewleta kukla”
heman tiþt PKK jî digot.Çawa dibe ku hêzêkî Kurdî pêþketine ewqas mezin ku
Kurd bi sedsalên li hêvîya vê yekê bûn da ku pêþaroja Kurdistan rizgar
be.Bila vê meseleyê jî xwendewan bifikire.
Li
baþûr Hikumet cûda bin jî hêdî hêdî
Dewleta
Federe ya Kurdistan rûdiniþt û gelê Kurdistan Azad tama azadîyê
girtibûn.Nifþekî nû li Kurdistana Azad mezin bû bû.Ev nifiþ edî zimanê erebî
nizanî bû.Zimanê vê nifþê zimanê Kurdî,çanda vê nifþê tanê çanda Kurdî,ala
ve nifþê ala Kurdistanê,marþa vê nifþê “Ey Reqip” û xaka vê nifþê jî bi
fermî Kurdistan bû.Lewma êdî pêvajoyek geri dönülmez dest pêkiribû.Rastî de Dewleta Federe ya Kurdistan ji aliyê fermî de Federe
be jî pratîkê hin zêdtir nêzî dewleteke serbixwe ye.
Bûyera
di 11ê Îlona 2001 de li Emerîkayê çêbûn di rewþa
Cihanê ya
abrî,leþkerî,sîyasî
de gelek guhertin çêkir.Wekî encamekê vê bûyerê Emerîka midexaleyê Iraqê kir
û 9ê Nîsanê 2003an de
rejîma
Iraqê ji alîye DYE ve hat rûxandin.Raste ku Gelê Kurd li baþurê Kurdistanê
hevkarî kirin û dikin.Raste Emerîka li pêy bejewendiyên xwe ye.Lê divê Kurd
jî êdî li gorî rastîyên Cihanê tevbigere.Ger bi vê hevkarîyê pêþaroja
Kurdistan xelas dibe û bi hevkarî nekirinê ihtimala têkbirina Emerîka niha
nîne vê çaxe di vê hevkarîyê de tiþtekî þaþ nîne.Kurd ji ixaneta yekema
Emerikayê ders girtin û lewma êdî Kurd jî bi avayekî bergirî tevdigerin. Êdî
gelê Kurd encax bi siyasetekê reel û gorî konjoktora Cihanê tevbigere qezenc
bike ne bi idolojî,gotin,qalibên teng bi ramanên kevnbûyî.
Di 4ê
Cotmehê 2002an de
Parlemena
Kurdistanê ji nû ve bû yek û hat vekirin.Bi vê avahî rêvebirîya Dewleta
Federe ya Kurdistan ji nû ve yek bû.Êdî meseleyên Kerkûk û yekxsitina
hikumetan ma bû.Di nava gelê Kurdistana Baþur de jî hiþyarîyek mezin peyda
dibû herkes bo jiyanek azad û baþ serxwebûna Kurdistan dixwest
Li pêþ
destpêbûna þerê Iraqê Trikîye xwest ku alîkarî Emerîka bike û peþî li
azadîya Kurdistana Baþur bigre.Li ser vê yekê 3ê Adarê 2003an de Li
Kurdistana Federal bajarê Hewlêr û bajarên din de bo þermezaran kirina
helwesta Tirkîye ku dixwest Kurdistana baþur dagir bike bi milyonan kes
daketin kolanan.Tirkîye jî dawîyê de negihîþt daxwazên xwe yên qirêj.
Dewletên dagirker vala nesikinîn û bi destên Kurdên xayîn û paþverû 1
Sibata 2004ê de
Li
Kurdistana Federe bajarê Hewlêrê
terorîstan êriþên xwekuj
birin ser barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya
Kurdistanê .Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140
kesan hatine kuþtin.Piþtî vê buyerê li hemû Kurdistan û Cihanê xwepeþandanên
sermazarkirinê û piþtgirî dayînê bo Kurdistana Baþur pêk hat.Dijminên gelê
Kurd hesabên xwe baþ nekiribûn.Çinkî gelê Kurd di vê konaxê de ji her êrîþî
bihêztir derket.Gelê Kurdistan hin zêdetir nêzî hev bû hiþmendiya neteweyî
derket holê.
Di Sibata 2005ê
de,Li Kurdistana Azad û Iraqê hilbijartinên giþtî pêk hat.Di vê hilbijardinê
de Neteweya Kurd encamekî dîrokî bi destxist.Listeya Hevpeymanîya Kurdistan
ku gelek partîyên Kurdistanê tê de cih digirt li seranserî Iraqê de %30 deng
vergirt û 70 parlementer xist parlemane Iraqê.Her wiha bi vê hilbijartinê
hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî hat kirin.Parlemena Kurdistanê de jî
listeya ku PDK,YNK û hin partiyên din têde cih digirtin ji dengan bi qasê
%90 deng vergirtin.Bi vê avahî Hikumetên Kurdistan bi temamî bû yek.Di vê
hilbijartinan de Kurdan serkeftinek mezin di Kerkûkê de jî bi
destxistin.Kerkûk, carekî din eþkere bû ku bajarekî Kurdistanîye.Her wiha di
hilbijartinên Iraqê de li ber hemû Cihanê eþekere bû ku angaþtên Tirkan
vikûvalaye,Enîya Tirkmenan ku bo bêistiqrar kirina Kurdistan bi destê
Tirkîyê hatibû damezirandin tenê li dora %1 deng girt.Di kombûna yekem a
Parlemena Kurdistanê de bi yek dengî, Rêzdar Mesûd Barzanî wekî
Serokê Dewleta Kurdistanê hat hilbijartin.Her wiha Celal Talabanî jî bû
serokkmarê Iraqê.
Piþtî
hilbijartinê li Hikumet û Parlemena Kurdistanê hat pêkanîn.Li
Dewleta Federe ya Kurdistanê di her warende pêþveçûn û pêþketinên nû
çêdibe.
Dewleta
Federal a Kurdistan bingeha Dewleta Kurdistan e.Ger serxwebûnek were îlan
kirin.
Hikumeta Kurdistan
Serokê
Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û
serokwezîrê
Kurdistanê
Nêçîrvan
Barzanî
û
serokê
Parlemana
Neteweyî
ya
Kurdistanê
jî
Edanan Muftîye.

Serokê dewleta
Federe ya Kurdistanê
Mesûd Barzanî

Serokwezîrê
hikumeta Kurdistanê
Nêçîvan
Barzanî
Çavkanî
gotara
Serhad B.RÊNAS bi navê "Kurte dîroka Dewleta Federe ya Kurdistanê
|